PeyamaKurd – Di roja yekem a Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê de, hevdîtinek germ di navbera Serokê Fransayê Emmanuel Macron û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), Mazlûm Ebdî de pêk hat. Di hevdîtinê de, Macron "piştgiriya bê şert û merc" a welatê xwe ji bo hêzên Kurdî dubare kir û pêkhateyên HSDê wekî "şervanên azadiyê" bi nav kir.
Di hevdîtinê de, ku wêneyên wê ji raya giştî re hatin weşandin, Macron bi Ebdî re axifî û got, "Tu dikarî baweriya xwe bi min bînî, tu vê dizanî."
Li gorî raporan, Macron diyar kir ku ew ji hûrguliyên danûstandinên dijwar ên di navbera Serokê Sûriyeyê Ehmed El Şara û HSDê de haydar e û destnîşan kir ku helwesta lihevhatinê ya Ebdî di vê pêvajoyê de guncaw bû.
Macron bi parvekirina vîzyona Fransayê ji bo pêşeroja Sûriyeyê, tekez kir ku Parîs yekparçeyiya axa Sûriyeyê diparêze, lê divê Hêzên Sûriya Demokratîk, bi taybetî Kurd, werin rêzgirtin û bi awayekî çalak beşdarî pêvajoyên rêveberiyê bibin.
Macron diyar kir ku civaka navneteweyî ji bo şerê li dijî DAIŞê "deynê spasdariyê" yê Kurdan e û got, "Ez vê deynê ku em deyndarê we ne ji bîr nakim."
Wî soz da ku civînek nû pêk bîne.
Macron herwiha soz da ku di rojên pêş de bi Ehmed Şera re civînek din li dar bixe da ku piştrast bike ku hemî alî pabendî rêkeftinên hatine kirin dibin.
Mazlûm Ebdî spasiya xwe ji bo helwesta Macron anî ziman û diyar kir ku ew hêvî dike ku gavên ku hatine behs kirin werin avêtin û rêkeftin wekî ku tê xeyal kirin were bicîhanîn.
Di dawiya civînê de, Macron, bi îşaret bi serkeftinên leşkerî yên li ser erdê kir, got, "Hûn ew in ku van serkeftinan bi dest xistine," û tekez kir ku Fransa wê rewşê ji nêz ve bişopîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin