PeyamaKurd – Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, sibe Pêncşemê serdana Lubnanê dike û diçe cihê ku li Beyrûdê teqîn lê rû dabû.
Koşka Elîzeyê ragihand ku Macron ji bo piştevaniya gelê Lubnanê sibe 6ê Tebaxê serdana Lubnanê dike û hem diçe cihê bûyera teqînê hem jî sedsaliya Lubnanê pîroz dike.
Piştî teqîna doh ya Beyrûdê ku li bendera bajêr di depoyeke 2 hezar 750 ton Amonyum Nitrat tê de bû rû da, bi hezaran welatî birîndar bûn û zêdetirî 100 kesan jî heta niha can daye.
Macron piştî bûyerê, peyama hevkariyê ligel gelê Lubnanê belav kiribû û gotibû, alîkarî jî bo Lubnanê hatine birêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin