Mal û milkên Kazimî hatin destserkirin!

Mal û milkên Kazimî hatin destserkirin!

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku di çapemeniya Iraqê de cih girtin, mal û milkên serokwezîrê berê yê Iraqê El Kazimî hatin desteserkirin.

Di agahiyên ku hatin parvekirin de hat destnîşankirin ku saziya dadweriya Iraqê bi biryarekê dest daniye ser mal û milkên serokwezîrê berê yê Iraqê Mistefa Kazimî yên ku tên neqilkirin û yên ku nayên neqilkirin.

Hat tekezkirin ku biryar li ser zêdekirina milkên Kazimî hatiye dayîn û lêkolîna di derbarê mijarê de berdewam dike. 

Her wiha hat diyarkirin ku di derbarê Kazimî de biryara girtinê û biryara qedexeya derketina derveyî welêt nehatiye dayîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin