PeyamaKurd - Rojnameya Yenî Şafak a tirkî li ser medya civakî dîmenên qetilkirina sekretera Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef ku ji aliyê grûba tundrew El Şarqiye ya bi artêşa Tirkiye re êrîşî Rojava dike parve kir û got, ‘Yek ji peyrewa siyasî ya PYDê bi opeasyoneke serkeftî hate bêbandorkirin.’
Nûnerê serokê Amerîka yê têkoşîna dijî DAIŞê yê berê Brett McGurk li ser twitterê li ser parvekirina Yenî Şafakê got:
“Ev rojname ‘bêbandorkirina’ jineke 35 salî ya bêçek ku li Sûriyeyê ji bo gelan dixebitiya weke ‘Operasyoneke serkeftî’ radigihîne. Hat zanîn ku Hevrîn Khalef bi wesayîtekê ve hatiye kaşkirin û bi guleyan hatiye qetilkirin. Ev yek tawana şer e.”
Turkish state-backed media hails a “successful operation” to “neutralize” an unarmed 35-year old woman working to unite Arabs, Christians, and Kurds in NE Syria. Ms. Hevrin Khalef was reportedly dragged from a vehicle and shot to death. That’s a war crime. https://t.co/O5hEVQ28jt pic.twitter.com/dn6cl7VUZr
— Brett McGurk (@brett_mcgurk) October 12, 2019
Hevseroka Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hewrîn Xelef dema ku dixwest derbasî Girê Spî bibe, rêya wê ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatibû girtin û bi hovane hate qetilkirin. Dîmenên vê înfaz û hovîtiyê jî ji hêla peyamnêra BBCyê Rîam Dalatî ve hatin parvekirin. Dalatî da zanîn ku Xelef ji hêla komên girêdayî dewleta tirk ve hatiye kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin