“Me ji Îranê re ragihand ku ti têkiliya me bi êrîsa Samê re tune”

“Me ji Îranê re ragihand ku ti têkiliya me bi êrîsa Samê re tune”

PeyamaKurd – Piştî êrîşa ser Balyozxaneya Îranê ya li Şamê ku di encamê de fermandarekî Supaya Quds a Îranê û 6 berpirsên leşkerî hatin kuştin, bendewariya ku Îsraîl bersivê bide Îsraîlê aloziya li herêmê zêde kir.

Berdevka Koşka Spî got: "Me ji Îranê re ragihandiye ku ti rola DYAyê di êrîşê de tunebû."

Serokê DYAyê Biden û Wezîrê Karên Derve Blinken li dijî gefên ji Îranê tên, peyama ‘piştgiriya bênavber’ dan Îsraîlê.

Berdevka Qesra Spî Karine Jean-Pierre roja Pêncşemê di civîneke çapemeniyê de got: "Me ji Îranê re ragihand ku ti têkiliya Amerîka bi êrîşa li Şamê re nîne. Me hişyarî da Îranê ku êrîşê neke hincet ji bo zêdekirina rageşiyê li herêmê û êrîşî personel û baregehên DYAyê bike."

Berdevkê Koşka Spî herwiha tekez kir ku ew naxwazin alozî belav bibe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin