PeyamaKurd – Meclisa Tirkiyê (TBMM) bi pêşniyara serokkomariya Tirkiyê wezîfa leşkerên Tirkiyê yên li Somaliyê salekî dirêj kir.
Leşkerên Tirkiyê di çarçova NATO û Neteweyên Yekgirtî (UN) de dixebite. Wezîfa leşkeran yên li deverê ew e ku ewlehiya keştiyên têkiliyên wan bi Tirkiyê re heye, li hemberê kes an grûbên ku keştiyan dişêlînin û bi şiddeta li deryayê re têkoşînê bidin.
Herêma ku leşkerên Tirkiyê tê de wezîfe dikin; Kendava Adenê û ava Somaliyê ye. Ne tenê leşkerên Tirkiyê lê yên gelek welatên endamên NATOyê hene.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin