PeyamaKurd- Alîkarê Serokê Konseya Ewlekariyê ya Rusyayê Dmitriy Medvedev, bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber şandina çekan, qiyameta nukleerî li Ukraynayê nêzîktir dibe.
Dmitriy Medvedev, di çarçoveya serdaneke xebatê de li Vientiane ya paytexta Laosê ku welatê Başûrê Rojhilatê Asyayê ye daxuyanî da.
Medvedev got, "Çiqas çek ji Ukraynayê re bên dayîn, cîhan ewqas xeternaktir dibe û ev çek çiqas wêranker bin, senaryoya bi navê 'qiyameta nukleerî' dê ewqas nêzîk bibe."
Dimitriy Medvedev diyar kir ku piştgiriya çekan a welatên rojava ji bo Ukraynayê ten şandin, şer dirêj dike û got, "Çalakiyên bi armanca xurtkirina yekîneyên leşkerî yên rejîma Kievê tenê encamekê didin; zêdebûna mirinan û dirêjkirina pevçûnan."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin