PeyamaKurd- Li demeke ku Amerîka bi tundî li dijî namzedkirina Nûrî Malikî bo serokwezîriya Iraqê derdikeve, Rojnameya Eyn Îxbariye bi zarê çavkaniyên nav Çarçoveya Hemahengiya Şîeyan û ragihand, ji 12 aliyên nav Çarçoveya Hemahengiyê tenê Hadî Amrî û Muhsîn Mendelawî li gel Malikî mane ku dixwazin namzedê Çarçoveya Hemahengiyê yê posta Serokwezîrê Iraqê yê hikûmeta nû be.
Rojnameyê eşkere kir, xuya dike vê heftiyê an jî êvariya roja 23yê Sibatê Malikî bi fermî namzedbûna ji bo posta Serokwezîrê Iraqê vekişîne, yan jî Çarçoveya Hemahengiyê navê kesekî din ji bo wergirtina wê postê ragihîne.
Serokê Amerîkayê Donald Trump gotibû: ‘’Eger Malikî bibe Serokwezîrê Iraqê hemû alîkariyên ji bo Iraqê dê bên qutkirin.’’
Piştî daxuyaniya Trump, nav mala Şîeyan bûne du beş û beşek ji wan li gel wê yekê ne ku Malikî berdewam bike, lê beşek din jî li gel wê yekê ne ku Malikî xwe vekişîne û kesekî din ji bo wergirtina posta Serokwezîrê Iraqê bibe namzed.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin