PeyamaKurd – Medya Rûsî îdia kir ku serokê rêxistina terorîst DAIŞê Ebubekir Bexdadî ji aliyê hêzên Amerîkayê ve li cihekî veşarî tê girtin.
Li gor Ajansa Nûçeyan a Rûsî ku roja yekşemê ragihandiye, Bexdadî li herêma Dêrazorê bi operasyoneke daxistina helîkopterê hatiye destgîrkirin û tê pêşbînîkirin, bidawîanîna DAIŞê li demeke nêzîk were ragihandin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî roja çarşema borî ragihandibû ku muhtemel e hefteya pêşiya me, bi fermî ragihînin ku sedî sed DAIŞ hatiye dawîkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin