Mehmûd Abbas: Mafê Kurdan heye ku bibin dewlet

Mehmûd Abbas: Mafê Kurdan heye ku bibin dewlet

PeyamaKurd- Li welatê Fîlîstînê li bajarê Ramallahê bi navê “hevdîtina romanên Ereb” bernameyek hat amadekirin û romannivîsê Kurd yê Binxetê Jan Dost jî tevlî bernameyê bû. Dost di axaftina xwe de balê kişandiye ser çand û wêjeya Kurdan û piştî bernamê bi serokê dewleta Fîlîstînê bi Mehmûd Abbas re hatiye cem hev. Jan Dost bo tora medyayê bo Rûdawê weha ragihandiye:

“Tewrê Mehmûd Abbas ya di derbarê Kurdan de gelek erênîbû. Bo min got ku ew mafê Kurdan yê serxwebûnê diparêze û Kurd dostên Fîlîstîniyan yên herî nêzin.”

Dost dibêje ku Abbas di hevdîtinê de gotiye ku li Fîlîstînê gelek Kurd hene û mafên wan heye ku bibin dewlet.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin