Merkel çû Fransayê û ji Macron xatir xwest

Merkel çû Fransayê û ji Macron xatir xwest

PeyamaKurd – Serokê Fransayê Emmanuel Macron bi sedema ku Merkel wê wezîfa serokwezîrtiya Almanya dewr bike, ji Merkel re di asta herî bilind de nîşana onurê da. Merkel biryara xwe da ku nema siyasetÊ dike û li Fransayê dema ji Macron xatir xwest, hev hembêz kirin. Macron piştî nîşanê da Merkel weha got:

“Ez sipasiya te dikim ku te gelek tiştan hînî min kir. Ji bo te ev serokê xort yê bi xirs qebûl kir. Merkel bi serokê Fransayê Jacques Chirac re, paşî di dema krîza darayî de bi Nicolas Sarkozy û di wexta terorê û krîza koçberan de bi François Hollande xebitî. Di wexta Kovid-19 ê de bi min re xebitî. Di van demên nexweş de, ji bo yekîtiya Awrûpayê biparêzî tu xebitî. Ez hêvî dikim ku rawestina li hemberê bobelatên xwurt û dersên yekîtiyê bi me re bimînin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin