Mesrûr Barzanî pêswazî li biryara Parlamentoya Almanya kir

Dîroka weşanê :
Mesrûr Barzanî pêswazî li biryara Parlamentoya Almanya kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwazî li biryara Parlamentoya Almanyaya Federal kir ku îro Înê di dengdanê de, dema mayîna hêzên xwe yên li Iraq û Kurdistanê heta saleke din dirêj kir.

Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê peyamek belav kir û got, “Ez bi kêfxweşî biryara Parlamentoya Alman a dirêjkirina dema mayîna hêzên misyona Bundeswehr li Iraq û Herêma Kurdistanê pêşwazî dikim.”

Serokwezîr Barzanî herwiha destnîşan kir, “Ev erk û piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ya perwerdeya hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê ji bo şerê dijî DAIŞê xwendî girîngiyeke krîtîk e.”

Parlamentoya Almanyayê dema mayîna hêzên Alman yên li Kurdistanê dirêj kir...

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin