PeyamaKurd – Li bajarê Hatayê li ser rêya Hatay-Reyhanlıyê ereba karkeran li tirekî ku parkkirîbû xist û di encamê de 6 kes mirin û 8 kes birîndar bûn.
Qeza di 15.58an de çêbû û li ser qezayê gelek ambûlans, polîs û îtfaiye çûn ciyê bûyerê. Li ser bûyerê parêzgerê Hatayê Masatlı daxwuyanî da û got:
“Mixabin ereba karkeran ji pare li tirekî dixe û qeza çêdibe. 6 hemwelatiyên me can dane û 8 hemwelatî birîndarin ku di nava wan de rewşa yekî ji wan xerabe. Em li ser qezayê dixebitin. Ji candayiyan re sersaxiyê û ji birîndaran re şîfayê dixwazim.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin