PeyamaKurd – Li bajarê Îzmîrê li navça Menderesê karkerên demsale yên ku di baxçên mandalîna de dixebitin, 2 mînîbusên ku wan dibirin û dianîn lihev ketin û di encamê de 5 ji wan giran 45 karker birîndar bûn. Bûyer li dora 16.00 an de çêbû û gelek ambûlans û tîmên tenduristiyê bi cendirmeyan ve çûn ciyê bûyerê.
Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxaneyên der û dor lê rewşa 5 karkeran baş nîne. Cendirme li ser bûyerê lêpirsînê da destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin