Misir bo 4 rojan sînorê xwe vedike

Misir bo 4 rojan sînorê xwe vedike

Deriyê sînorê bi navê Refahê ku deriyeke xelk ji Xazeyê dikare di vî deriyê de çûn û hatinê bike, bo 4 rojan wê bê vekirin. Derî îro dest bi karê xwe kir.

Deriyê Refahe wê bo çûn û hatinê vekirî bimîne. Ragihandina vekirina derî ji aliyê balyozxana Fîlîstînê ya li Qahîre de hat kirin. Derî pêr bo demeke kurt hatibû vekirin, ji ber 69 kesên rêwî,10 roj bû ku li aliyê Misrê mabûn, hatibû vekirin.

7 derî di navbera  Xazzeyê û Misrê de hene. 6 ji wan di bin kontrola Îsraîliyan de ye û tenê deriyê Refahê di bin kontrola Misrê de ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin