PeyamaKurd - Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û namzedê parlamenteriyê ji Partiya Çep a Kesk Mithat Sancar, li bajarê Enqereyê dengê xwe da û piştî dendganê ragihand: “Encama hilbijartinan dê Tirkiyeyê ber bi destpêkek nû ve bibe.”
Mithat Sancar got: “Îro di dîroka Tirkiyeyê de hilbijartina herî girîng e. Qonaxa dahatî, destpêkek pir girîng e. Min dengê xwe ji bo demokrasî û aştiyê bikar anî. Em di wê baweriyê de ne ku encama hilbijartinan, dê Tirkiyê ber bi destpêkeke nû ve bibe.”
Sancar di dewamê de diyar kir: “Em bang li welatiyên xwe dikin ku bi hesta berpirsyariya demokratîk tevbigerin. Pêwîstiya herî girîng a demokrasiya bi berpirsyarî ew e ku beşdarî pêvajoya hilbijartinê bibin û îradeya gel li ser sindoqan nîşan bidin.”
Mithat Sancar destnîşan kir: “Ev hilbijartin ne tenê ji bo Tirkiyê, lê belê ji bo cîhanê jî girîng e. Ji ber ku ev hilbijartin dê dîktatoriyê bi îradeya gel û hilbijartinan bi rê bike. Parastina sindoqan erkê her kesî ye. Em bawer dikin ku wê encam bi xêr be.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin