PeyamaKurd- Li bajarê Entabê arkeoloğa ku di muzeyê de dixebitî ya bi navê Merve Kaşmış, ji Entabê bi îznê çûbû Diyarbekirê û li Diyarbekirê di mala birayê xwe de xwe kuştibû. Piştî xwekuştinê mufettîşên ku çûn teftêşa muzeyê ya bajarê Entabê, dîtin ku 10 perçe eserên kevin wenda ne. Eserên wendayî yên muzeya Entabê ya mozayîkê ne.
Merve Kaçmış berya xwe bikuje di nameya ku hiştibû de, gotibû ku ew eserên di muzeyê de tine ne, dixwazin li ser wê bi zimmet qeyd bikin û di teftîşê de derket ortê. Li aliyekî dozger lêpirsîna edlî da destpêkirin û li aliyê dinê ji aliyê wezareta rewşenbiriyê ya Tirkiyê de lêpirsîna îdarî hat destpêkirin.
Mufettîşên îdarî di serî de 2 pisporan û mudirê muzeyê ji wezîfeyên wan dûrkirin. 2 mehe lêpirsîna muzeyê dewam dike û îfadeyên herkesi distînin. Mufettîş wan eserên ku xwestine li ser Merve zimmetê bikin jimartine ku jimara wan 8.729 eserin lê dîtine ku 2.433 eser ji wan di qeydiyan de tine ne.
Mufettîşên ku rapora xwe amadekirin, rapora xwe şandin serdozgeriya Diyarbekirê bo dosya Merve Kaçmış.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin