PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 3yê Tîrmehê bi şanda ligel Şêwirmendê Pêwendiyên Derve ya Koreya Başûr Han-Byung do re civiya.
Şanda Koreya Başûr Serok Nêçîrvan Barzanî bo serdaneke fermî vexwend welatê xwe.
Şanda Koreya Başûr li ser navê Serok û Serokwezîrê welatê xwe pîrozî li Nêçîrvan Barzanî kir û destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê dosteke welatê wan e.
Şanda Koreya Başûr hevî û daxwazên pêşxistina veberhênan û hilberînê li kertên cuda bo Herêma Kurdistanê anî ziman.
Serok Nêçîrvan Barzanî jî derbarê rewşa herêmê de şanda mêvan agahdar kir û spasî li Serok, Serokwezîr û gelê Koreya Başûr kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin