PeyamaKurd - Şêwirmendê Siyaseta Derve yê Serokdewletê Rûsyayê Yuri Uşakov di derbarê serlêdana endamtiyê ya Tirikeyeyê ya BRICSê de got ku ew ê v serlêdana Tirkiyeyê binirxînin.
Ajansa nûçeyan a Rûs RIA Novostî ragihand ku Uşakov gotiye: “Tirkiyê ji bo endamtiya tam serlêdanê kiriye. m ê vê serledanê binirxînin.”
Civîna Bilind a BRICSê wê di navbera 22 û 24ê Cotmehê de li bajarê Kazan ê Komara Tataristan a Rûsyayê bê lidarxistin.
Tê payîn ku yek ji rojeva sereke ya lûtkeyê berfirehkirina BRICS be.
Uşakov beriya niha diyar kiribû ku wî vexwendina Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan a ji bo Lûtkeya BRICSê qebûl kiriye û gotibû: "Pêşniyar ji aliyê Tirkiyeyê ve hate kirin û Erdogan jî qebûl kir."
Çend roj piştî ku Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, piştî beşdarnebûna 5 salan, beşdarî civîna nefermî ya wezîrên derve yên Yekîtiya Ewropayê (YE) ya bi navê Gymnich bû, di ajansa Bloombergê de nûçeyek hat belavkirin ku Tirkiyê daxwazname daye ku bi fermî bibe endama BRICSê.
Di nûçeyê de hate angaştin ku Tirkiye ji ber bêhêvîbûna xwe ya ji bo bibe endamê YEyê, serî li BRICSê daye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin