PeyamaKurd – Îstîxbarata Îsraîlê beşa karên derve peyama herî dawiyê ya ajanê xwe Eli Cohen ku di 18 ê gulana sala 1965 an de li Sûriyê hatibû didardekirin, belav kir. Balavkirin ji aliyê serokê îstîxbarata derve ya Îsraîlê ji aliyê David Barnea de hat belav kirin.
Ji bo bîranîna Eli Cohen li Herzliyayê di vekirina muzeya ku li ser navê Eli Cohen hat vekirin, Barnea axaftinekî kir. Barnea got:
“Eli Cohen yek ji ajanên me yê herî baş bû. Her çendîn di kûrahiya dîrokê de ye jî li ser me bandora wî dewam dike, riha şerî, wêrekî û girêdanê dide me. Ew ne tenê ji bo ajanên îro lê ji bo temamê ajanên Mosadê îlham e.”
Barnea ragihand ku sedema girtina Cohen ne ji ber sîstema agahiyan an ji ber li ser hev raporan dişand hat girtin. Dijmin her wext peyamên wî dişopand û ciyê wî tesbît kir. Lewra hat girtin. Piştî 60 salan, ji bo desthilatên Îsraîlê herî dawiyê di 19 sibata sala 1965an de brûskekî şand û tê de weha got:
“Do bi şev, tevlî civîna serokerkaniyê ya ku serokê dewleta Sûriyê Emin el- Hafiz jî tevlî bû, bûye. Em ê brûskê bexşî muzeyê bikin. Ji bo cenazê wî bînin Sûriyê em ê xebata xwe dewam bikin.”
Eli Cohen di nav sîxurên herî navdar yên dinyayê de tê qebûlkirin, di navbera salên 1962-1965an de bi navê Kemal Emin Sabit li Şam a Sûriyê xebitî bû. Di asta bilind de bi rayedarên Sûriyê re têkiliyan danî bû. Di derbarê Sûriyê de agahiyên baş gihandibû Îsraîlê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin