Serok Barzanî: Bi Raperînê Kurdistaniyan peyam da cîhanê ku bindestiyê qebûl nake

Serok Barzanî: Bi Raperînê Kurdistaniyan peyam da cîhanê ku bindestiyê qebûl nake

Serok Barzanî bi minasebeta 28emîn salvegera Raperîna adara 1991’ê peyamek belav kir û tê de ragihand, Raperîn peyama ronî ya Kurdistaniyan bû ji bo hemû cîhanê ku bindestiyê qebûl nekir û eger Kurdistan yek deng be herdem serkeftinê li ser zulm û dagîrkeriyê misoger dike.

Adar meha serkeftin û êş û nehametiyên gelê Kurdistanê ye

Serok Barzanî amaje bi boneyên meha adarê kir û got: Adar meha serkeftin û êş û nehametiyên gelê Kurdistanê ye, beşa zêdeyê serkeftin û werçerxanên dîrokî yên gelê Kurdistanê li meha adarê de rû dane.

‘Xweragirî û berxwedana xelkê û şoreşê, rejîma Iraqê neçar kir ku di 1970 da yekemîn car beşek ji mafên gelê me nas bike’

Di beşeke din a peyama xwe de Serok Barzanî wiha fikr û ramanên xwe yên derbarê Raperînê de vegot, “Xweragirî û berxwedana xelkê û şoreşê, rejîma Iraqê neçar kir ku li yanzdeha adara 1970 da yekemîn car beşek ji mafên gelê me hate nasîn û pejirandin.”

Herweha dibêje, di meha Adarê de şehîdên Helebçeyê bi bîr tînîn. Helebçe birîneke kûr e li laş û bedena milletê me û nîşana dirindeyî û bêwîcdaniya dijminan e.

Ji aliyê din ve Serok Barzanî di peyama xwe de behsa meha adarê û girîngiya Newrozê jî dike û dibêje, di meha adarê da bîranîna Newrozê tê kirin ku ji bo gelê Kurdistanê sembola serkeftina jiyan û azadiya li ser sîtem û tarîtiyê de ye. Newroz mizgîniya nûbûn û destpêka nû ye ji bo hemû takekesên hemwelatiyên Kurdistanê.

Tevahiya peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Adar meha serkeftin û êş û nehametiyên gelê Kurdistanê ye, beşa zêde yê serkeftin û werçerxanên dîrokî yên gelê Kurdistanê li meha Adarê da rû dane. Adar ji bo xelkê Kurdistanê meha raperîn û qurbanîdan û nûbûna hêviyê ye. Di Adarê de gelê Kurdistanê dijî sîtemkarî û dagîrkeriyê da rawesta û qonaxekî nû li jiyana siyasî ya tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê pêk hat ku xwe li raperîna mezin a Adara 1991 de berceste kir. Raperîn peyama rûn ya Kurdistaniyan bû ji bo hemû cîhanê ku bindestiyê qebûl nekir û eger Kurdistan yek deng bê herdem serkeftinê li ser zulm û dagîrkeriyê de mîsoger dike.

Xweragirî û berxwedana xelkê û şoreşê, rejîma Iraqê neçar kir ku li yanzdeha Adara 1970 da yekemîn car beşek ji mafên gelê me hate nasîn û pejirandin. Beyannameya yanzdeha Adarê belgeyeke rone li serkeftina şoreşa rewaya gelê Kurdistanê beranber hewlên asîmîlasyon û înkarkirina dagîrkeran. Di yanzdeha Adarê de û li şoreşa mezina Eylûlê da dijmin hate neçar kirin ku destberdarê lojîkî hêz bê û rêya danustandinê li ber bigrê.

Her li meha Adarê da şehîdên Helebçeyê bi bîr tînîn. Helebçe birîneke kûr e li laş û bedena mîlletê me û nîşana dirindeyî û bêwîcdaniya dijminan e. Helebçe dengê mezlûmiyeta gelê Kurdistane li sedsala derbasbûyî û hemû mirovayetî berpirs e li asta wê tawana mezin a li ser gelê Kurdistanê de hate kirin.

Li meha adarê da bîranîna Newrozê tê kirin ku ji bo gelê Kurdistanê sembola serkeftina jiyan û azadiya li ser sîtem û tarîtiyê de ye. Newroz mizgîniya nûbûn û destpêka nû ye ji bo hemû takekesên hemwelatiyên Kurdistanê.

Li bîranîna Raperîn û helkeftên Adarê da hezaran silav ji bo şehîdên Raperîn û şehîdên Helebçe û hemû şehîdên Kurd û Kurdistanê re dişînîn. Ewê niha heye hemû berhemê xwîna şehîdên me yên serbilind e. Li vê bîranînê de silav û spas ji bo hemû hemwelatiyên Kurdistanê ku li qonaxên dijwar da xweragir bûne û sîtem û bindestibûnê tu demekî qebûl nekirine. Silav ji bo qehremaniya Pêşmerge ku bi cangorî û camêriya xwe dîrokê ji bo gelê xwe tomar kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin