Wezîrê Derve yê Behrênê pîrozbahî li Fuad Husên kir

Wezîrê Derve yê Behrênê pîrozbahî li Fuad Husên kir

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Behrênê pîrozbahî li wezîrê nû yê derve yê Iraqê Fuad Husên kir ku doh 6ê Hezîranê piştî bawerîdana parlamenê di kabîneya Serokwezîr Mistefa Kazimî de cî girt.

Hat ragihandin ku dohî êvarê wezîrê derve yê Behrênê Ebdulletîf bin Raşid Ziyanî bi rêya telefonê pêwendî ligel Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên kir û ew erka wî ya nû pîroz kir.

Raşid Ziyanî hêviya serkeftinê ji Fuad Husên re xwest û hêvî kir di dema wezîrtiya Fuad Husên de pêwendiyên Behrên û Iraqê baştir bibin.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin