Türk: Di kasa belediyan de pere tine heya em bidin Qendîlê

Türk: Di kasa belediyan de pere tine heya em bidin Qendîlê

PeyamaKurd- Di 19 ê mehê de şaredarên bajarên Wanê, Diyarbekir û Mêrdînê ji aliyê wezareta karên hundir de ji wezîfeyên wan hatibûn girtin. Wezîrê karên hundir yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihandibû ku şaredarî alîkariya Qendîlê dikin. Her weha vê êvarê jî serokkomarê Tirkiyê Erdoğan ragihand ku şaredarên navborî alîkariya Qendîlê kirine lewra ji kar hatine avêtin. Di mijarê de Ahmed Turk bersiva van pirsan da û weha got:

“ Di budçeya belediyan de quruş pere tineye û bi vî awayî bo raya giştî radigihînin. Ev xapandina raya giştiye. Dibêjin me karkeran ji kar derxistiye. Bila yek navekî bêjin bê me kîjan karker ji kar derxistiye. Qayyûm 30 yê adarê karker girtiye îş. Di 5 û 8 ê nîsanê de karkeran girtiye îş. Maaş dane 4 antrenoran, masor û 77 kesan. Kûlûba sporê danîne. Me wan hemûyan rakir. Çima fûtbolvanan digrin belediyê û di wir de nîşan didin?”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin