Li Peruyê erdhejeke bi dijwariya pileya 8an rû da

Li Peruyê erdhejeke bi dijwariya pileya 8an rû da

PeyamaKurd - Li welatê Perûyê erdhejeke bi dijwariya pileya 8an rû da.

Navenda Lêkolînên Jeolojiyê ya Amerîkayê (USGS) pêşî ragihand ku pileya erdhejê 7,5 e, lê piştre saziyê car din da xuyakirin ku pileya erdhejê 8 e.

Heta niha nayê zanîn bê di encama vê erdeheja dijwar de, çi ziyaneke canî û madî çêbûye.

Hat diyarkirin ku navenda erdhejê 180 kîlometre rojavayê bajarokê Moyobamba ye û kûrahiya wê jî 105 kîlometre ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin