Sadr, li Îranê bi Hamaney û Suleymanî re hatiye dîtin

Sadr, li Îranê bi Hamaney û Suleymanî re hatiye dîtin

PeyamaKurd- Serokê Tevgera Sadr, Muqteda El Sadr bi serokê ayînî yê Îranê Ayetullah Alî Hamaney û fermandarê hêza Qudsê ya bi artêşa Îranê bi Qasim Suleymanî re hat dîtin. Li gor ragihandina ajansa Fars ku di ser hesabê xwe yê Twitterê de wêneyên wan weşandiye, hat ragihandin ku bi sedema roja Aşûrê ya li Îranê li cem hev bûne.

Muqteda El Sadr bi rexneyên xwe yên di derbarê Îranê de tê nasîn lê dema wî bi Hamaney û Suleymanî re dîtin, balê kişand û li Iraqê bû sedema munaqeşeyan. Sadr, hefteya borî di peyameka xwe de ragihandibû ku dê desteka xwe ji hukumetê vekişîne, hukumetê tehdîd kiribû û çûbû Îranê. Li Îranê li bajarê Qûm ê di dema merasimên meha Muharremê de, bo kesên ku di rê de diçûn, xwarinê îkramê wan kiribû û wêneyên wî ketibûn ser çapemeniyê.

Li Iraqê koalîsyona Muqteda El Sedr di parlementoyê de, di rêza ewilî de ye û di nav 329 kursiyan de, xwediyê 53 kursiyan an ku parlementera ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin