PeyamaKurd – Çekdarên opozîsyona Sûriyê alîgirên Tirkiyê ne û du komên wan ev du roj in li herêma aramkirî şerê hev dikin, gelek kes ji hev kuştin.
Li gor çavkaniyên herêmê şerê komên çekdar ku doh 1ê Çileyê destpê kiribû li Idlibê berdewam dike û herî kêm 20 kes hatine kuştin û 35 çekdar jî birîndar bûne.
Beriya niha hatibû ragihandin ku şer di navbera El Nûsraya berê Tehrîr-uş Hayat el al-Şam û Eniya Rizgariya Netewî de derketiye.
Tehrîr-uş Hayat el al-Şamê hefteya borî dabû xuyakirin ku koma Eniya Rizgariya Netewî ku alîgirên Tirkiyê ne, 5 endamên wan kuştiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin