Borrell: Bo agirbesa Lîbyayê, em û Tirkiyê dê bi hevre bixebitin

Borrell: Bo agirbesa Lîbyayê, em û Tirkiyê dê bi hevre bixebitin

PeyamaKurd- Nûnerê bilind yê têkiliyên derve û siyaseta ewlekariyê yê Yekîtiya Awrûpayê Josef Borrell ragihand ku ew bi wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu re lihev kirine ku di agirbesa Lîbyayê de bi hevre bixebitin. Borrell, di ser hesabê xwe yê medya civakî de, di derbarê axaftina bi rêya telefonê ya bi Mevlut Çavuşoğlu re ragihandinê kir. Borrell weha got:

“Bo daxistina germahiya arîşeya Lîbyayê û berya hevdîtina konseya Gymnichê ya xeyrîresmî, bo hevdîtinê me lihev kir. Hem di çarçoveya pêvajoya Berlînê de, bo agirbesa li Lîbyayê bo xebata hevpar me li hev kir.”

Borrell, bi serokwezîrê Lîbyayê bi Feyyaz es-Serrac re jî bi rêya telefonê axifî. Di axaftinê de Borrell gotiye; daxistina gengeşeya li Sirte û Cufrayê, temîna agirbesê û hilberîna petrolê karên herî li pêşin. Borrell di encamê de weha got:

“Bo yekîtiya Lîbyayê, sozên hemû terefan û bo di pêvajoya Berlînê de şer û pevçûnan biqedînin, divê em tev bi hevre bixebitin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin