Asayîşê da zanîn, 28ê vê mehê operasyona wan bi dawî bû û di encamê de, 44 kesên sûcên curbicur kiribûn, hatin desteserkirin. Hejmareke cûreyên çekên weke kalaşnîkov, teklûle û fîşengê wan hate hatin desteserkirin. Herwiha hejmareke telefon, cilên leşkerî yên di sûcdariyan de dihate bikaranîn hatin desteserkirin.
Asayîşê herî dawî destnîşan kir, ew ê kesên binçavkirî radestî dadgeh û aliyên pêwendîdar bikin û ji bo ewlehiya herêmê, dê her erka ku dikeve ser milên wan, pêk bînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin