Amerîka hinek leskerên xwe yên dî jî rêkirin Minbicê!

Amerîka hinek leskerên xwe yên dî jî rêkirin Minbicê!

Piştî ku Tirkiyê operasyonek li dijî Efrînê kir û kete bajêr de, Tirkiyê ji bo Minbicê jî li Amerîka û YPGê gef xwarin û got em ê operasyonekê li dijî Minbicê jî bikin. Piştî van îhtîmalan Amerîkayê jî hêzên xwe yên li Minbicê zêdetir kirin.

Çapemeniya Rûsyayê îddîa kir ku Amerîkayê hinek leşkerên xwe yên dî jî rêkirine Minbicê. Hat ragihandin ku ji 300 leşker û tankan qismek ji aliyê Kobaniyê derbasî herêma Minbicê bûn.

Çapemeniya Rûsyayê îddîa kir ku Amerîka ji bo şerê Minbicê amadekariyên xwe dike.

Vê gavê, bajarê Minbicê di bin qontrola HSDê û Amerîkayê de ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin