YNKê bi peyamekê 74emîn salvegera PDKê pîroz kir

YNKê bi peyamekê 74emîn salvegera PDKê pîroz kir

PeyamaKurd – Polîtburoya Yekîtiya Nîştimanîya Kurdistanê (YNK) 74emîn salvegera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi peyamekê pîroz kir û got: “YNK tekezî li girîngiya pêwendiyên dêrîn dike ku di qonaxên derbasbûyî de gelek destkeft ji bo gelê me bi dest xistin.”

Di peyama Polîtburoya YNKê de hat diyarkirin: “Bi boneya bîranîna 74emîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), em bi navê polîtburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) pîrozbahiyên germ li we dikin û em bi rêya we pîrozbahiya endam û alîgirên PDKê dikin.”

Peyama Polîtburoya YNKê:

Birêz Endamên Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)

Bi boneya bîranîna 74emîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), em bi navê polîtburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) pîrozbahiyên germ li we dikin û em bi rêya we pîrozbahiya endam û alîgirên PDKê dikin.

YNK tekezî li giringiya peywendiyên dêrîn dike ku di qonaxên derbasbûyî de gelek destkeft ji bo gelê me bi dest xistin.

Em di wê baweriyê de ne ku di vê şert û mercên welatê me de, bijardeya herî baş ji bo derbasbûna ji vê qeyrana siyasî û aborî, cîbicîkirina rêkeftina siyasî ya roja 4ê Adara 2019an û pêkanîna hevsengî û mildanebera erk û berpirsyariya nîştimanî û neteweyî ku xwe bi rêkeftina li gel hikûmeta federalî dibîne ji bo dabînkirina heqên darayî yên xelkê Kurdistanê û mûçe û derbarên wan.

Careke din em dibêjin pîroz be…

Polîtburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin