Ji ber redkirina daxwaza zewacê ji heman malbatê 4 kes kustin

Ji ber redkirina daxwaza zewacê ji heman malbatê 4 kes kustin

PeyamaKurd – Li bajarê Sêwasê zilamê bi navê D.D ji ber ku daxwaza wî ya zewacê hat redkirin, ji malbata jina bi navê G.G. 4 kes kuştin.

Hat ragihandin ku bûyer li Taxa Yuceyûrt a Sêwasê rû daye û zilamê 43 salî D.D. ji malbata G.G. (40) a ku daxwaza wî ya zewacê red kir; dayika wê Dondu (61), bavê wê Tûrgût (65) birayê wê Sertan û hevjîna birayê wê Beyza Kandûr bi çekê kuştin.

Tîmên hawarçûnê li cihê bûyerê rastî 4 kesên kuştî hatin.

Hat zanîn ku jina bi navê G.G. daxwaza zewacê ya D.D. red kiriye û piştre gef lê hatine kirin ku li navenda polîsan gilîyê wî kesî kiriye.

Qatilê 4 kesan piştî bûyerê reviyaye ku paşê li gundê Yakupoglan hatiye binçavkirin û ji ber xwe jî birîndar kiribû bo nexweşxaneyê hatiye veguhestin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin