Fermandara HSDê: Bexdadî û malbata xwe li navçeyê ne

Fermandara HSDê: Bexdadî û malbata xwe li navçeyê ne

PeyamaKurd - Berdevka Operasyona Dêrazorê Lîlwa Ebdullah ji medya erebî re ragihand ku piraniya serokên DAIŞê li bajarokê Hecînê ne û îhtimale Serokê DAIŞê Ebubekîr Bexdadî jî li wir e.

Lîlwa Ebdullah ji malpereke Erebî re li ser şerê Dêrazorê agahî dan û got, piranya çekdarên DAIŞê yên li Hecîn mane biyanî ne û berpirsên girîng ên DAIŞê li Hecînê ne ku dibe Ebubekir Bexdadî yan malbata wî jî li wir be.

Fermandara HSDê diyar kir, operasyonên wan li dijî DAIŞê bi tundî berdewam dikin û herî dawî şervanan wan bingeheke serkirdatiya DAIŞê ji nav birine û bi dehan çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin