PeyamaKurd - Serokê fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Kurdistanê Umêd Xoşnaw got, taxîmê beredayî yê ku xiyaneta 16ê Cotmehê pêk aniye nikare nasnameya Kurdistanîbûna Kerkûkê ji holê rake.
Umêd Xoşnaw li ser rûpela xwe ya facebookê parvekirinek bi sernavê ‘16ê Cotmehê, xiyanet, Nefamî û sikurstûrî’’ belav kir û got:
“Di 16ê Cotmehê de pevçûna hizra nezan û nefaman ji aliye grubekê ve pêk hat. Ji ber wê mafê her takekesekî kurd e pirs bike ew siyaseta wisa ya xiyaneta taximekî çima? Ji bo kuderê û ber bi kî ve diçe?”
Xoşnaw da zanîn, armanca siyaseta li gel wan ne ji bo xwe firotinê ye, ji bo civakê ye, ew civaka ku xwedî rûmet û xîretê ye. Ango ‘Wek wan bê rûmet û bê xîret nîne û dê nebe. Eger refaha civakê ye, ew civak dûr xistine ji belayan û nêzîk bûne li xweşiyê. Ne wek dagirkerî û zilim û biyanî perestî ye.’
Xoşnaw wiha pê de çû: “Xiyanet payeya bêexlaqiyê ya herî dawiyê ye. Piştî destanê Sihêla, Pirdê û Mehmûdiye bo xwefiroşan derket ku ti îradeyek xwe biselmîne jî nikare bi zorê û bi wê taxima beredayî ve nikare nasnameya Kurdistanîbûna Kerkûkê ji holê rake. Êdî Pêşmerge û xelkê Kurdistanê ne ew kes in xwe li ber ti hêzekê biçeminin. Tenê ew mirovên perwerdeya xiyanetê dîtine her dem amade ne ji bo xwefiroşî, xiyanet û xweçemandinê.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin