PeyamaKurd - Di civîna îro ya Civata Giştî ya Tevgera Gorranê de, desteya serokatîya nû ya hat hilbijartin.
Goranê Cemal Miheemd wekî Serokê Civata Giştî ya Goranê hilbijart. Elî Ebdûllah jî wek cîgirê serok û Pêşrew Reûf jî wek sekreterê Civata Giştî ya Goranê hatin hilbijartin.
Sekreterê Giştî yê Cıvata Giştî ya Tevgera Goran ê nû Pêşrew Reûf piştî civînê ji medya Kurdistanê re ragihand: “Îro yekem hilbijartin desteya serokatîya Civata Giştî ya Goranê hat kirin û civîn baş birêve çû. Cemal Mihemed wek serokê Civatê û Elî Ebdûllah (Elî Balaberz) jî wek cîgir û ez jî wek sekreterê Civta Giştî hatîn hilbijartin.”
Sekreterê Giştî yê Tevgera Goranê herwiha got, ‘14ê Îlonê jî hilbijartina Xaneya Raperandinê û Rêkxerê (Serokê) Giştî yê Tevgera Goran tê kirin.’
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin