PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 27ê Mijdarê zana û damezirînerê enerjiya atomî ya Îranê Mûhsin Fexrîzade hatiye kûştin.
Fexrîzade di heman demê de Serokê Rêxistina Lêkolînên Atomî û Nûjeniyê (Onnovasyon) yê Wezareta Parastina Îranê bû.
Medyaya Îranê ragihandiye ku li Parêzgeha Tehran bajarê Absard çend çekdarên di otomobîlekê de gule li otomobîla Fexrîzade reşandine û di encama pevçûna bi çekan de Fexrîzade hatiye kuştin.
Li gorî medya Îranê di bûyerê de 3 kesên êrîşkar jî hatine kuştin.
Wezareta Berevaniya Îranê ragihand: "Roja Înê piştî nîvro, êrîş birin ser otomobîla Serokê Rêxistina Lêkolîn û Nûjeniyê ya Wezareta Berevaniya Îranê Mûhsîn Fexrîzade tê de bû. Di dema pevçûnê de di navbera tîma ewlehiyê û êrîşkaran de Fexrîzade bi giranî birîndar bû û bo nexweşxaneyê hat veguhestin. Mixabin, tîmê bijîşkî di vejîna wî de bi ser neket û çend hûrdem berê, ev rêvebir û zanyar, piştî xebat û tekoşîna salan, gihîşt şehadeteke berz."
Medyaya Îranê bal kişandiye ser axaftina Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû û di axaftina xwe de, behsa Mûhsîn Fexrîzade kiribû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin