PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro Yekşemê pêşwazî li Balyozê Yunanê li Iraqê Yonîdos Kontovonîsyos kir. Balyozê Yûnan serkidatî û rola siyasî ya Serok Barzanî di rewşên dijwar de û di têkşikandina terora DAIŞê de bilind nirxand.
Li gorî malpera fermî ya Serok Barzanî, di hevdîtinê de Eftîmyos Kostopolos Konsûlê Yunan li bajarê Hewlêrê jî amade bû.
Balyozê Yunan li Iraqê pêzanînên xwe ji bo xebata dûr û dirêj û rola siyasî ya Serok Barzanî li asta Iraq û navçeyê û cîhanê û li şerê dijî terorîstan anî ziman û rola hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di têkşikandina DAIŞê de bilind nirxand. Herwiha siyaseta Serok Barzanî û Serkirdayetiya Herêma Kurdistanê di rûbirûbûna gef û qeyran û rewşên dijwar de bilind nirxand.
Di civînê de derbarê rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên navçeyê û proseya siyasî ya Iraqê û peywendiyên di navbera Hewlêr-Bexdayê de û li ser rewşa navçeyên kêşe li ser heye danûstandina bîr û ramanan hat kirin.
Serok Barzanî bal kişand ser rewşa revenda Kurdî li Yunan û peywendiyên di navbera gelê Kurdistan û gelê Yunan de û tekezî li ser pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û welatê Yunan ya di warên cûda de kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin