PeyamaKurd - Balyozxaneya Amerîka ya Bexdayê avahiya wan ketiye bin dorpêça xwepêşanderên alîgirên Hizbûllah û Heşda Şeibî daxuyaniyek weşand.
Balyozxaneyê hişyşarî hemwelatiyên Amerîkî yên li Iraqê ku xwe nêzîkî avahiya balyozxaneyê nekin.
Balyozxaneya Amerîkayê ragihand: “Nabe bi ti awayekî hemwelatîyên Amerîkayê nêzîkî avahîya balyozxaneya me ya Bexdayê bibin.”
Balyozxaneyê xwest ku hemwelatiyên Amerîkî ji her cure metirsiyên ewlekariyê xwe biparêzin û da xuyakirin ku ew dê li ser her pêşveçûnekê li ser înternetê wan agahdar bikin.
Herwiha ji aliyê xwe ve, hêzên Heşda Şeibî jî ragihandin ku di encama teqe û bikaranîna gaza rondikrêj de de li ber balyozxaneya Amerîkayê, 62 kes birîndar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin