PeyamaKurd- Sekreterê giştî yê Neteweyên Hevgirtî Antonio Guterres di mijara ku li bakûrê Sûriyê bi firehiya 20 mîlan ku dike 32 km herêma bi ewle bê avakirin, divê 3 şertan bidin ber çav û li gor wan tevbigerin.
Guterres li navenda Neteweyên Hevgirtî bo çapemeniyê civînekî lidar xist û bersiva pirsên di rojevê de da. Guterres di mijara xeta 32 km yan ya Sûriyê de weha got:
“Ew çareseriya ku bo Sûriyê dîtine, bo pêkanîna wê, divê li ser 3 qaîdeyan bimeşin. Yek jê divê yekîtiya axa Sûriyê bê parastin. Ya duyê divê gilî û gazinên Tirkiyê yên ewlehiyê bidin ber çav. Ya sêyem divê bala xwe bidin piraliya (cûre) nûfûsa Sûriyê û divê dengê rengên cuda (etnîkî-mezhebî) bên ragihandin. Ev 3 krîterên me ne.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin