Muhsîn Rizaî bang kir: “Bijî Azerbeycan!”

Muhsîn Rizaî bang kir: “Bijî Azerbeycan!”

PeyamaKurd – Namzedên bo serokkomariya Îranê li ser gotinên Azerî û Tirk ketin nav polemîkê. Hilbijartina serokkomariya Îranê di 18 ê hezîranê de dê bibe. Namzedên serokkomariyê bo bernameyên xwe yên di wexta bibin serokkomar dê çi bikin û bo destekê ji xelkê bistînin dertên ser bernameyên televîzyonê. Li Îranê 6 netewe hene û jimara herî zêde ya netewa Azeriyaye.

Ji namzedên muhafazakar serokê artêşê yê berê û hem sekreterê giştî yê konseya teşxîs û mesleheta nîzamê Muhsîn Rizaî bi slogana “Bijî Azerbeycan” xwest dengên Azeriya bidest bixe.

Namzedekî din yê muhafazakar serokê erka darazê Îbrahîm Reîsî bi sedema ji axaftina wî ya ewil re bertek hatin nîşandan, got bi taybetî ji eyaletên ku Tirk li wan dijîn, jê re telefon tên kirin û dixwazin dilê wî xweş bikin û weha dewam kir:

“Li eyaletên ku Tirk li wan dijîn, hemwelatiyên me yên ku bi Azerî diaxifin, hezkirina xwe nîşanî min dan. Bi sedema eleqa û lutfa nîşanî min dane, ez sipasiya wan dikim.”

Namzedê reformist cîgirê berê yê serokkomar û Parêzgerê Esfehanê yê berê Muhsîn Mîhralîzade weha got:

“Divê ez gotinên Reîsî sererast bikin. Got kesên bi Azerîkî diaxifin. Hemwelatiyên me yê bi Azerîkî diaxifin tinene. Li Azerbeycana Rojhilat, Azerbeycana Rojava, Erdebîl, Hemedan, Zencan, Horasan-î Rezewî, Esfahan, Şîraz, Hûzistan û li deverên din hemwelatiyên me yên bi Tirkî diaxifin hene. Wexta birêz Reîsî peyva Azerî bikartîne divê bi hezirtir be.”

Lê gelek balkêşe ku bi navê Azerbeycana Rojhilat û Rojava Azerbeycan hene lê Azerî û axaftina Azerbeycanî tine ye!.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin