Di roja pîrobahiya serxwebûnê de herî kêm 150 kes mirin

Di roja pîrobahiya serxwebûnê de herî kêm 150 kes mirin

PeyamaKurd – Li Amerîkayê her sal di 4 ê tîrmehê de pîrozbahiya serxwebûna Amerîkayê têkirin. Îsal jî roja serxwebûnê hat pîrozkirin lê bû rojekî xwînî û di êrîşên çekdarî de, di nav 3 rojên ku hatibû tatîlkirin, herî kêm 150 mirov hatin kuştin.

Li Amerîkayê li gor rêxistina rêjeyên şiddetê berhev dike ya bi navê Arşîva Şiddetên Çekdarî (Gun Violence Archive) di dawiya hefteyê de ji 400 êrîşan zêdetir êrîşên çekdarî çêbûne.

Tenê li eyaleta bi navê Illinoisê li bajarê Chicago yê di êrîşên çekdarî de 14 kes hatine kuştin û 67 kes birîndar bûne. Li seranserê Amerîkayê di 3 rojên tatîla dawiya heftê de 150 kes zêdetir hatine kuştin.

Îsal salvegera 245 em serxwebûna Amerîkayê ye û serokê Amerîkayê Biden bo herkesî hişyarî dabû da bûyerên weha neqewimin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin