PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Sêşemê pêşwazî li Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê Lorenzo Guerini û şanda pê re kir.
Piştî civîna ku Cîgirê Serokwezîr Oubad Talebanî jî tê de amade bû hat ragihandin ku di civînê de girîngîpêdana zêdetir bi pêwendiyên Îtalya û Herêma Kurdistanê û bi taybetî piştevanîkirina li hêza Pêşmerge hatin guftûgokirin.
Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê da zanîn, welatê wî di pêştevanîkirina Herêma Kurdistanê û Iraqê bi giştî berdewam dibe û got:
“Hêvîdar in di pêşerojeke nêzîk de, berdewaniyê bidin rahênankirina Pêşmerge, ku bi sedema belavbûna vîrûsa Koronayê bi awayekî demkî hatibû rawestandin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya piştevanî û hevkariyên Îtalyayê kir û wiha got: “Hebûna hêzên Îtalya û Hevpeymanan li Herêma Kurdistanê û Iraqê bi pêwîstî û girîng dizanin.”
Barzanî tekez kir, “Herêma Kurdistanê berdewam dibe bi piştevanîkirina Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ji bo aramîkirina rewşa Iraqê û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî de li ser binemaya destûrê.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin