PeyamaKurd – Rêveberê Navenda Niştîmanî ya Iraqê ji bo Diyalogê Samid El-Şemxî eşkere kir, heta roja 28ê Tîrmehê 25 partî û hevpeymanî ji hilbijartinên Iraqê vekişiyane.
Şemxî herwiha gotiye ku di rojên bê de wê hin alî û partiyên din jî ji beşdarbûna hilbijartinên Iraqê yên 10ê Cotmeha îsal vekişin.
Berdevkê Komîsyona Hilbijartinên Iraqê Comane Xelay jî ragihandiye ku ti bandora vekişîna wan aliyan nabe û hilbijartin wê di dema xwe de bê lidarxistin.
Comane Xelay diyar kir, heta niha ti berbijrekî ji nava 3 hezar û 249 berbijêrên ku xwe ji bo hilbijartinên parlamentoya Iraqê tomar kirine, vekişîna xwe ranegihandine û kesekî ji wan nivîsa fermî nedaye komîsyonê ku ji wan re bêjin em ê vekişin.
Xelay gotiye, me dest bi çapkirina kartên dengdanê û posterên taybet bi dengderên giştî û dengderên taybet kiriye û daye zanîn, vekişîna berbijêran ku di medyayan de têne ragihandin, bandorê li hilbijartinan nakin û hilbijartin paş nakeve, ti nirxekî yasayî ya wan vekişînan jî tune ye.
Hêjayî gotinê ye, ligel vekşîna Tevgera Sedir û Hevpeymaniya Weteniye û Eniya Diyalogê jî partiyên din di amadekariyên xwe yên ji bo hilbijartinan berdewam dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin