650 leskerên Amerîkayê ji bo parastina dîplomatan li Afganistanê dimînin

650 leskerên Amerîkayê ji bo parastina dîplomatan li Afganistanê dimînin

PeyamaKurd – Hêzên Amerîkayê heta 11ê Îlona 2021ê bi temamî ji Afganistanê vedikişin, lê çavkaniyên Amerîkî ragihandine ku beşek ji hêzên amerîkî li Afganistanê dimînin.

Li gorî ragihandina medya amerîkî ku dispêre çend çavkaniyên berpirsê rêveberiya Washingtonê, tevî ku biryare heta 11 Îlona îsal hemû hêzên amerîkî ji Afganistanê bên vekişandin jî 650 leşkerên amerîkî dimînin.

Wekî sedema mayîna wan hêzan jî erka parastina dîplomatên Amerîkayê yên li Afganistanê hatiye nîşandan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin