Sûriye | Artêsa Azad bi fuzeyên ajobarî êrîsî mîlîsên rûsî kir

Sûriye | Artêsa Azad bi fuzeyên ajobarî êrîsî mîlîsên rûsî kir

PeyamaKurd – Artêşa Sûriya Azad (ASA) a nêzîkî Tirkiyê li çoltera bakurê Hemayê bi fuzeyan êrîş bir ser komeke mîlîsên Rûsyayê û hejmarek ji wan hatin kuştin.

Li gorî zanyariyan yekîneya El Macîd a ASAyê li bakurê rojavayê Hemayê bi fuzeyeka ajobarî êrîşî komeke mîlîsên rûsî yên li devera Sarmaniyê kir.

Fuzeyên ajobarî yên di destê ASAyê de li dijî wesayîtên leşkerî û armancên din ên leşkerî têne bikaranîn ku di destê ASAyê de hene.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin