PeyamaKurd – Hikûmeta Fransayê Tirkiye jî di nav de 7 welat xistin nav karantînaya neçarî.
Li gorî biryara hikûmeta Fransayê ku ji ber metirsiya belavbûna vîrusa koronayê hatiye standin, kesên ku ji welatên Tirkiye, Nepal, Bangladeş, Sri Lanka, Pakistan, Îmarat û Qetarê biçin Fransayê wê testa PCR çêkin û 10 rojan jî di karantînayê de bimînin.
Fransayê di meha Nîsanê de jî piştî Hindistanê welatên Brezîlya, Afrîkaya Başûr, Şîlî û Arjantîn xistibû lîsteya karantînayê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin