Mesrûr Barzanî: Pêngavên sandina mûçeyê û bicihanîna yasaya budçeyê serkeftinek e

Mesrûr Barzanî: Pêngavên sandina mûçeyê û bicihanîna yasaya budçeyê serkeftinek e

PeyamaKurd - Bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 16ê Hezîranê civîna heftane ya Encûmena Wezîran hat lidarxistin.

Di destpêka civînê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî tevî dûpatkirina pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi yasaya budceya federalî, tekezkirina hikûmeta federalî jî li ser cîbicîkirina yasayê û şandina beşa budceya Herêmê bilind nirxand.

Serokwezîr destxweşî li şanda danûstankar a Hikûmeta herêma Kurdistanê kir ku bi awayekî serkeftî erkê xwe bi cih anîne û bi her awayî li ser maf û heqên darayî yên Herêmê rijd bûne. Serokwezîr Mesrûr Barzanî xwazyar bû ku ev rêkeftin bibe sedema baştirbûna rewşa darayî ya Herêma Kurdistanê.

Piştre Serokwezîr ronahî xistiye ser serdana şanda bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo her du welatên Belçîka û Yûnanistanê û diyar kiriye ku rayedarên payebilind ên van welatan, amadebûna xwe ji bo berdewamkirina hemahengî û piştevanîkirina bernameya çaksazî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan dane û bi çavekî girîng li pêgeha Herêma Kurdistanê dinêrin weke faktoreke girîng a seqamgîriyê li herêmê.

Cîgirê Serokwezîr û endamên şanda danûstankar a Herêmê, geşedanên herî dawî yên danûstandinên xwe yên ligel wezaretên pêwendîdar ên hikûmeta federalî pêşkêş kirin, taybet bi danîna mekanîzmaya cîbicîkirina madeya 11 ya di yasaya budceya federalî ya sala 2021ê de.

Di beşeke din a civînê de, Wezîrê Aborî û Darayî Awat Şêx Cenab li ser amadekariyên herî dawî yên reşnivîsa projeyasaya budceya Herêma Kurdistanê bo sala 2021ê zanyarî pêşkêş kirin.

Herwiha di beşa dawî ya civînê de de jî, li ser rêkûpêkkirina dewama saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê gotûbêj hat kirin û biryar hat dayîn ku ji hefteya bê ve, dewama fermangehên hikûmetê were asayîkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin