PeyamaKurd – Ajansa Fezayê ya Amerîkayê (NASA) dîmenên teqîna Beyrûdê ya 4ê Tebaxê belav kir.
Li gorî NASAyê, hêza teqînê bi qasî erdhejeke bi dijwariya 3,3 û 4,5 pîveka rîxterê ye.
Di dîmenên NASAyê de deverên zêde ziyan li ser çêbûne sor hatine nîşandan û deverên kêmxisar jî bi rengê zer hatine nîşandan.

Herwiha li gorî pisporan jî teqîna Beyrûdê ku di depoya Amonyum Nitrat a bendera Beyrûdê rû daye, teqîna herî mezin a ne nukleerî ye li cîhanê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin