PeyamaKurd- Qeyrana di navbera NATO û Rûsyayê de, bandora xwe di tetbîqata Norwecê de jî nîşan dide.
Di 25ê Cotmehê de NATO wê li Norwecê bi navê “Trident Juncture” tetbîqatekê bike. Ji 31 dewletî 45 hezar leşker, 150 balafir, 60 keştî û ji 10 hezarî zêdetir wesaîtên zirxîpûş wê beşdarî tetbîqatê bibin. Wesaît di ser Danîmarka û Swêdê re derbasî Norwecê dibin.
Di derbarê tetbîtqatê de Sekreterê giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ji çapemeniyê re axivî û got ku em tenê, ji bo parastinê, tetbîqatê dikin. Di vê tetbîqatê de NATO wê di dema rast de yekîneyên rast neqil bike û hêza xwe biceribîne.
Stoltenberg got ku tetbîqata me, ne li dijî tevgerên Rûsyayê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin