NATO dê ji Romanyayê, tevgerên Rusyayê bisopîne

NATO dê ji Romanyayê, tevgerên Rusyayê bisopîne

PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê rayedarên NATOyê ve hatin ragihandin, NATO ji bo şopandina çalakiyên asîmanî yên leşkerî yên Rusyayê, balafirên hişyariyê dişîne Romanyayê. 

Di agahiyên hatin ragihandin de hat eşkerekirin ku NATO xwe amade dike ku balafirên hişyarkirinê yên asîmanî yên bi navê AWACS tê naskirin, bişîne Romanyayê da ku çavdêriya çalakiyên asîmanî yên Rusyayê bike.

Li gorî daxuyaniya NATOyê, balafirên AWACS dê di 17ê Rêbendanê de bigihîjin Romanyayê. Hat diyarkirin ku balafir dê ji bo xurtkirina hebûna NATOyê ya li herêmê û şopandina çalakiyên leşkerî yên Hêza Asîmanî ya Rusyayê bên bikaranîn.

Berdevka NATOyê Oana Lungescu, bal kişand ser biryardariya NATOyê ya ji bo parastina her santîmetre çargoşeya tifaqê û got,

"Balafirên me yên AWACS, dikarin ji kîlometreyan dûrî balafirên din jî tesbît bikin. Ev yek jî balafirên me dixe nav kapasîteyên sereke yên NATOyê yên astengkirin û parastinê." 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin