PeyamaKurd- Sekreterê giştî yê NATO yê Jens Stoltenberg ragihand ku wê mîsyona perwerdê ya Iraqê dewam bike û divê amade bin da zêdetir alîkariya Iraqê bikin. Stoltenberg li Brukselê berya ku civîna wezîrên bergiriyê yên NATO yê destpêbike, bo rojnamevanan agahiyan da. Sekreter got ku wê Afxanistan, têkoşîna li dijî İŞİDê, terora navdewletî û rola wan ya Iraqê, wê di rojevê de be. Stoltenberg bo mijara Iraqê ku Kurdistan jî di nav de ye weha got:
“Heya Iraq bixwaze em ê li wê derê bin. Em li ser daweta wan li wê derê ne. Divê em mîsyona perewerdê ya Iraqê firehtir bikin û alîkariya wan bikin.”
Stoltenberg, di axaftina xwe de got ku divê rêya xurtbûnê li ber İŞİDê bê girtin û NATO roleka zêdetir bigre ser milên xwe. NATO, li ser daxwaza hukumeta Iraqê di sala 2018an de, şêwirmendên leşkerî şandibû Iraqê û li dora 500 şêwirmendên leşkerî yên NATO yê li Iraqê ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin